• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî ji gelê Kurdistanê re: Şanaziyê bi xweragiriya we dikim

Serok Barzanî ji gelê Kurdistanê re: Şanaziyê bi xweragiriya we dikim

Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Tîrmeha 2025an, peyameke taybet arasteyî gelê Kurdistanê kir û tê de spasiya xweragiriya wan a li hemberî zext û fişarên Bexdayê kir.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî destnîşan kir ku gelê Kurdistanê "ligel hemû fişaran wekî her carê xweragir bûye" û ew wek "mînaka wefa û fedakariyê" bi nav kir û got: "Şanaziyê bi we dikim."

Peyama Serok Barzanî di demekê de tê ku zêdetirî 80 roj in hikûmeta federal a Iraqê mûçe û heqdestên darayî yên Herêma Kurdistanê naşîne.

Hikûmeta navborî pabendî destûr û biryarên Dadgeha Federal nabe û bi van kiryaran siyaseta cezakirina darayî ya Herêma Kurdistanê û birçîkirina mûçexwaran dimeşîne. 

 

K24

Top