• Monday, 09 February 2026
logo

Li Qers û Erdexanê berf barî

Li Qers û Erdexanê berf barî
Li herdu bajarên Bakurê Kurdistanê, Erdexan û Qersê berf barî û ji ber berfê welatiyan tengasî kişand.

Li Erdexanê berfê bi şev dest barînê kir û bê navber dewam kir, bajar çîl û sipî bû.

Bi berfa zêde barî rê, rê û ser dar û otomobîlan berf girt. Tîmên şaredariyê serê sibê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.

Herwiha li navçeya qamuşan a Qersê jî berfê bi şev dest barînê kir û ji ber berfa barî welatî di tengasiyê de man.

Li navenda navçeyê bihustek berf ket û li navenda xweşiqitandinê jî berf 20 santêm ket.

Welatiyên berfa li ser otomobîla xwe paqij kirin.

Rudaw
Top