• Saturday, 07 February 2026
logo

Nûnera Hikûmetê li Waşintonê: Amerîka ji ber êrîşên li ser Kurdistanê gelek nîgeran e

Nûnera Hikûmetê li Waşintonê: Amerîka ji ber êrîşên li ser Kurdistanê gelek nîgeran e

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşintonê ragihand, “Amerîka ji ber êrîşên bi dronan ên li ser balafirxane û zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê gelek nîgeran e.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz îro (Sêşem, 22ê Tîrmeha 2025ê) li ser êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê û helwesta rêveberiya Donald Trump ji peyamnêrê Kurdistan24ê li Waşintonê Îsa Hesen re axivî.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê got, "Amerîka ji ber wan êrîşên vê dawiyê yên ku bi dronan li ser jêrxaneya me ya enerjiyê hatine gelek nîgeran e, xasma jî ji ber wan êrîşên li ser şîrketên petrolê yên ku ji deh salan zêdetir e hevparên me ne û di sektora petrol û gazê de jêrxaneya me ya enerjiyê ava dikin.”

Tirîfe Ezîz kêfxweşiya xwe ji bo şermezarkirina êrîşan ji aliyê Amerîkayê ve diyar kir û amaje da, "Em hêvî dikin ku ew rewşê berdewam bişopînin û piştgiriyeke tevav bidin veberhênerên Amerîkayî û Herêma Kurdistanê. Em li bendê ne ku bi wan re ji nêz ve bixebitin û herwesa em li bendê ne ku di hefteyên pêş de pêşketin çê bibe."

Ji serê vê mehê heta niha, çar êrîş bi pênc dronan li ser Hewlêrê, pênc êrîş bi pênc dronan li ser Silêmaniyê, çar êrîş li ser Dihokê û çar êrîş jî li ser Kerkukê hatine kirin. Herwesa du êrîş bi sê dronan li ser Zaxoyê jî hatine kirin.

Ji destpêka vê mehê heta niha, bi tevahî 19 êrîşên bi dron û mûşekan li ser bajarên Herêma Kurdistanê hatine kirin, ji wan jî neh êrîş li ser zeviyên petrolê bûn ku ev (Xormele, Kormor, Sersink, Etrûş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawkê û Hunt Oil) û êrîşên din jî li ser hêzên ewlehiyê û balafirxaneyan hatibûn kirin.

 

K24

Top