• Sunday, 08 February 2026
logo

Trump careke din gef li Îranê xwar: Dibe em dîsa êrîş bikin

Trump careke din gef li Îranê xwar: Dibe em dîsa êrîş bikin

Îro 22.07.2025ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku heke pêwîst be, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê careke din êrîşî Îranê bike. Piştî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî ku gotibû "Îran dev ji dewlemendkirina uranyûmê bernade." Trump li hember wê bertek nîşan da û diyar kir; Pêwîst bike em dê dîsa êrîş bikin.

Trump got ku bernameya nukleerî ya Îranê bi giranî zirar dîtiye.

Iraqçî got ku tesîsên nukleerî yên Îranê ji ber êrîşa Amerîka-Îsraîlê zirar dîtine, lê Tehran dev ji dewlemendkirina uranyûmê bernade.

Wezîrê Derve yê Îranê Iraqçî ji Fox News re ragehand: "Tesîsên me zirar dîtine û asta zirarê hîn jî ji hêla Ajansa Enerjiya Atomî ya Îranê ve tê nirxandin. Naha mehandina uranyûmê ji ber ziyanên geheştine saziyên atomî  ji aliyê Îranê ve rawestiyaye, lê em dubare dikin ku Îran dê dewlemendkirina uranyûmê bidomîne.

 

Basnews

Top