• Monday, 09 February 2026
logo

Berpirsekî YNKê: Bila moleta karkirinê ya Komel, Yekgirtû û Tevgera Îslamî bê betal kirin

Berpirsekî YNKê: Bila moleta karkirinê ya Komel, Yekgirtû û Tevgera Îslamî bê betal kirin
Endamekî Encûmena Giştî ya Rêveberiya YNKê daxwaz dike li gor yasaya terorê danûstan li gel sê partiyên îslamî bê kirin û moleta wan a kar kirinê jî bê betal kirin.

Piştî çend roj berî naha endamê rêveberiya YNKê Eta Serawî bi tundî gef li berpirsên partiyên îslamî Elî Bapîr, Selahedîn Behadîn û Irfan Ebdulezîz kirin û daxuyaniyên wan ên hevxemiya li gel Mela Kirêkar ku serokê rêxistina terorîst a Ensar El îslam e û ji aliyê Norweçê ve radestî Îtalyayê hate kirin. Îro 31.03.2020ê careke din rêveberê YNKê bi tundî derbarê heman babetê de daxuyaniyek din da.

Eta Serawî di nivîseke din a bi navê ‘’Goteyek din bo Raya Giştî’’ de amaje bi wê yekê kir ku DAIŞ û şaneyên razayî û hevbeşên wê yên Cund û Ensar El Îslam li Kurdistanê pêwîstiya wan bi tekoşîneke berfireh li ser hemû astan de heye.

Herwaha behs dike ku çar parçeyên Kurdistanê de divê kar bo paqijkirina kurdan tê kirin û nasnameya kurd ketiye ber pêla DAIŞê û ‘’Her roj dewletek li dijî kurdan bikartîne.’’

Rêveberê YNKê daxwaz li xelk û desthilatên herêma Kurdistanê kir, ji ber Mela Kirêkar ‘’Bi fetwayan û bi dîroka xwe ya heyî li Kurdistanê îspat dike ku kesekî terorîst e û dijminê ezmûnên herêma Kurdistanê ye û metirsiye li ser nasnameya netewî ya kurdan.’’ji ber wê daxwaz kir li gor madeya 15 ya yasaya partiyan û li gor yasaya terorê moleta kar li wan aliyên îslamî bê standin. Ji ber ‘’Bê guh bidin yasayên herêma Kurdistanê û berjewendiya bilind a gelê me û serweriya şehîdên me, hevxemiyê û piştevaniyê bo terorîstê mezin nîşan didin.’’

Teqez jî kir ku divê ‘’Molet li wan partiyan bê standin ku pitşevaniyê li wan terorîstan dikin û cezayê wan kesan jî bidin ku piştevaniyê lê dikin.’’

Herçend Eta Serawî vê carê navê sê partiyên îslamî neaniye jî, lê berî naha di daxuyaniyê de yek bi yek navê her sê partiyan û kesên serekî yên wan partiyan û serokên wan anîbû û bi hevxemî li gel Mela Kirêkar tometbar kiribûn û ew wek terorîstê mezin pênase kiribû.

Basnews
Top