• Monday, 09 February 2026
logo

Soylu: Li Tirkiyê 53 berpirsên emnî û hikûmetê bi koronayê ketine

Soylu: Li Tirkiyê 53 berpirsên emnî û hikûmetê bi koronayê ketine
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand, ku di nava berpirsên hikûmî û emnî yên Tirkiyê de, 53 kes bi vîrusa korona ketine, ku piraniya wan berpirsên ewlekariyê ne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sulyman Soylu ji televîzyona Ulke TV ya welatê xwe re got, heta niha 30 berpirsên emnî, 18 yên leşkerî û herwiha 4 qaymeqam û parêzgarek bi vîrusa COVID-19 ketine.

Soylu got jî ku di nava 15 rojan de, 2 hezar û 863 kes hatine girtin, ku li ser torên civakî di derbarê koronayê de zanyariyên şaş belav dikirin, û di pişt re jî derketiye ku peywendiya piraniya wan kesan bi rêxistinên qedexe re hene, lê amaje bi ti navan nekir.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir, niha çûn û hatina di navbera parêzgehên Tirkiyê de nêzîkî %99 kêm bûye û tekez kir, ew bi berdewamî xelkê hişyar dikin ku ji malên xwe dernekevin.

Bi gotina Sulyman Soylu, heta niha 50 gund û navçe jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kerentînekirin.

Ji aliyekî din ve, li gor amarên fermî di rojekê de li Tirkiyê 46 kesên din bi sedema vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest dane û herwiha 2,700 kesên din jî bi vîrusê ketine.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihandiye, heta niha 214 kes li Tirkiyê bi sedema COVID-19 bûne qurbanî û 13 hezar û 531 kes jî bi wê vîrusê ketine.

Rudaw
Top