• Monday, 09 February 2026
logo

Bakûr – Seroka şaredariya bajarokê Şemrexê di girtîgehê de bi vîrusa Koronayê ket!

Bakûr – Seroka şaredariya bajarokê Şemrexê di girtîgehê de bi vîrusa Koronayê ket!
Li Bakûrê Kurdistanê, girtiyeka siyasî ya kurd, piştî ku têsta wê ya Koronayê pozîtîf derket, hat berdan.

Têsta Koronayê ya girtiya siyasî ya kurd û seroka berê ya şaredariya bajarokê Şemrex yê Mêrdînê, Nalan Ozaydin, ku par zivistanê di çarçoveya operasyona li dijî HDPê de hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû danîn, pozîtîf derket.

Li gorî agahiyan, piştî wê yekê parêzerên Nalan Ozaydin daxwaza berdana wê kirin, dadgehê jî daxwaza wan pesend kir. Lê divê Ozaydin di mal de bimîne û dernekeve derve.

Nalan Ozaydin, destpêkê di girtîgeha bajarê Tarsûs yê Tirkiyê de bû lê piştî ku nexweş dikeve, derbasî girtîgeha bajarê Mêrdînê tê kirin.

Basnews
Top