Korona Tehranê kontrol dike
Berpirsê Navenda Rûbirûbûna Vîrusa Korona li Tehranê Elîriza Zalî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, pêştir vîrusa Korona li çend nevçeyên Tehranê belav bûbû, lê ji ber pabendnebûna beşek welatiyan, niha Korona li tevahiya Tehranê belav bûye.
Bi gotina Elîzade Zalî, di du hefteyên bê de encamên vê belavbûnê dedikevin û ew venaşêrin jî ku dê rojên bê ji xelkê Tehrana Paytext re dijwar û hestiyar bin.
Ev di demekê de ye, li Îranê hejmara tûşbûyan bi vîrusa Koronayê zêdetir ji 40 hezarî ye û hejmara mirina bi wê vîrusê jî nêzîkî 3 hezaran kesan bûye.
K24
