• Monday, 09 February 2026
logo

Pentagonê îdiaya derbarê Patriotê de piştrast kir

Pentagonê îdiaya derbarê Patriotê de piştrast kir
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, ew sîstemeke berevaniya mûşekî ya Patriot vediguhêzin Iraqê. Berdevkê Pentagonê debrarê armanca vê yekê de jî got, “ji bo parastina asayişa Iraqê, hevpeymanan û hêzên Amerîkayê”, ew sîstema Patriot li Iraqê bicih dikin.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson derbarê bicihkirina sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot li Iraqê ji Rûdawê re ragihand: “Amerîka sîsteme berevaniyê vediguhêze Iraqê, ew yek jî ji bo parastina Iraqê, hevpeymanan û hêzên Amerîakyê li wan gefên esmanî yên ku li ser binkeyên serbazî yên li Iraqê hene û hêzên hevpeyman lê hatine bicihkirin.”

Sean Robertson diyar kir, “giring e em têbîniya vê yekê bikin, ku bi sedema wan êrîşên berê bo ser Iraqê hatine pêkanîn , serbazên hevpeymanan, yên Amerîkayê û herwiha Iraqî jî hatine kuştin, hevdem wan êrîş serweriya Iraqê jî binpê kirine.”

Têkildarî veguhastin û bicihkirina sîstema Patriot jî, Robertson destnîşan kir, niha xebatên wan ji bo bicihkirin û danîna wê sîstemê li Iraqê berdewam in, lê belê ji ber sedemên ewlehiyê ew hûrgiliyan aşkere nakin.

Berdevkê Pentagonê herwiha ji Rûdawê re da zanîn, “berprisên Iraqî agahdarî wê yekê ne ku pêwîstiya me bi vê sîstemê heye.”

Sean Robertson tekez kir, ew derbarê bicihkirina sîstema Patriot de bi berpirsên Iraqê re di têkilî û hevahengiyeke berdewam de ne.

Robertson tekezî li ser pabendbûna Amerîka û hevpeymanan ji bo têkbirina DAIŞê û herwiha piştgiriya li aramî û ewlehiya Iraqê jî kir.

Pêr berpirsên serbazî yên Amerîka û Iraqê ragihandibûn, ku artêşa Amerîkayê sîstema Patriot li Hewlêr û binkeya serbazî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê bicih dike

Rudaw
Top