• Sunday, 08 February 2026
logo

Rojnameyeke Brîtanî ragihand ku milîsên Iraqî yên ku Îran piştgiriyê dide wan parzûngehên petrolê yên Kurdistanê bi dronan bombebaran dikin

Rojnameyeke Brîtanî ragihand ku milîsên Iraqî yên ku Îran piştgiriyê dide wan parzûngehên petrolê yên Kurdistanê bi dronan bombebaran dikin

Rojnameya Brîtanî Middle East Eye raporek li ser pêla êrîşên milîsên Iraqî yên bi dronan li ser parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê belav kiriye û amaje bi wê dide: “Êrîşên milîsên çekdar ên ku Îran piştgirî dike li ser parzûngehên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dronan bandor li ser têkiliyên di navbera herêmê û Bexdayê de kiriye, taybetî di çareserkirina krîzên wan ên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser hinardekirina petrolê û mûçeyan û…hwk.”

Rojnameya Brîtanî ji zarê Michael Knights, lêkolînerê payebilind ê Enstîtuya Washingtonê ve dibêje: “Êrîşên mûşekî û dronan bo ser parzûngehên petrolê yên Kurdistanê û Kerkûkê, bo bi armanckirina enerjiya Kurdistanê ye ji aliyê milîsên nav Iraqê ku ji aliyê Îranê ve tên piştgîrî kirin.”

Herwaha dibêje: “Ev planeke dijminanî ye ku ji aliyê milîsên Iraqê ve ye, ku xwastin zextê bikin ser Herêma Kurdistan û Amerîkayê, di derbarê dayîna mûçe û girêbestên enerjiyê.”

Wê rojnameya Brîtanî herwaha ragehandiye, ku ev êrîş ne nû ne, lê milîsên çekdar ên ku Îran piştgirî dike, di navbera Îlona 2018an û Cotmehê de 32 êrîşên bi vî rengî li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne.

Rojname ji zarê çavdêran ve jî amaje bi wê jî dikin: “Armanca êrîşan wêrankirina binesaziya petrolê ya Herêma Kurdistanê û derengxistina peymana enerjiyê bi Bexdayê re ye.”

Herwaha berpirsekî kurd li Hikûmeta Iraqê ku amaje bi navê xwe nekiriye, ji rojnameya Brîtanî re ragehandiye: “Heşdî Şebî û milîsên din ên girêdayî hikûmeta Iraqê ku ji Bexdayê pere distînin, ewan li piştgirtina armancên parzûngehên petrol û binesaziyên aboriya Kurdistanê ne.”

Mihemed Ece şirovekarê siyasî li Enqerê ji rojnameyê re ragehandiye: “Bexdayê her tim ji bo lawazkirina Hewlêrê û sînordarkirina serxwebûna wê hêza tund bikar aniye.”

Ew şirovekar dibêje, “Êrîşên berdewam ên li ser zeviyên petrolê yên Kurdistanê, heta di dema danûstandinên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de jî, vê yekê bi awayekî zelal nîşan didin.”

Aşkera jî dike: "Ji ber van êrîşan, di sê rojên borî de zêdetirî ji sedî 60ê hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin û xuya ye ku armanc ew e ku Hewlêrê neçar bikin ku hemû daxwazên Bexdayê qebûl bike."

 

 

Rudaw

Top