Serokê Lijneya Darayî ji Taîf Samî re: We lîsteyên budçeyê dereng xistin, vê yekê jî bandor li welatiyan û karmendan kiriye
Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê mazûvaniya Wezîra Darayî ya Iraqê, Teyf Samî, kir û Serokê Lijneyê rê gotiye: “Tawanê fermanberan çiye ku baca pêşkêş nekirina lîsteyên budçeyê bidin.”
Li gor daxuyaniya Serokê Lijneya Darayî, di destpêka civînê de Etwan Etwanî Serokê Lijneyê tekezî li wê kiriye ku armanca wê civînê ew e ku bi lez û bez pêkanîna budçeya sê salan were nirxandin û kêmasiyên wê werin destnîşankirin û bernameyên budçeyê bi girîngî dereng mane û diviyabû berî dawiya sala borî bigihîştina parlamentoyê.
Etwan Etwanî hişyarî da û got: "Divê nirxandinek berfireh a budçeya sê salan were kirin da ku bi baldarî bi raporên darayî re mijûl bibin.”
Tekez jî kiriye: "Em dixwazin girêdayîbûna bi petrolê wekî dahata sereke kêm bikin û xwe bispêrin dahatên cûrbecûr.”
Serokê Lijneya Darayî ji Teyf Samî re got: "Nepejirandina lîteyan bandorek neyînî li ser welatiyan û karmendan kiriye, ji ber rawestandina mûçeyan, terfîkirin û veguhastinên di navbera dezgehan de, çi sûcê karmendan e ku bedela neşandina lîsteyan ji hêla we û hikûmetê ve bidin.”
Li gor ragehandinê Teyf Samî ew tişt aşkera kir: "Zêdebûna kêmasiyê û enflasyona bihayên petrolê sedemên rastîn ên li pişt derengketina şandina lîsteyên budçeyê ne.”
Basnews
