• Sunday, 08 February 2026
logo

Nizar Heyder, şirovekarê Iraqî: Parêzgarê Wast ê mîlyonek dolar betîl ji xwediyê wê molê wergitiye ku tê de 65 kes şewitîn

Nizar Heyder, şirovekarê Iraqî: Parêzgarê Wast ê mîlyonek dolar betîl ji xwediyê wê molê wergitiye ku tê de 65 kes şewitîn

Nizar Heyder, analîstê siyasî yê li ser şewata Kutê li Wastê, di bernameyeke televîzyonê de rexne li rayedarên Iraqê kir û eşkere kir ku ji ber gendelî, bertîl-ruşfet û xemsariyê, gelê Iraqê dibe qurbanê karesatan.

Ew şirovekarê siyasî dibêje, ku heta niha li Kutê kes ji ber xemsariya şewata ku nêzîkî 63 kes şewitand, nehatiye darizandin.

Herwaha diyar kiriye ku di lêpirsînê hatiye eşkera kirin ku xwediyê navenda kirînê-molê, ku agir pê ket, berê milyonek dolar bertîl daye parêzgarê wî bajarî da ku li derveyî rêbernameyên ewlehiyê ava bike, wî jî li hember wê destûr daye ku wî avahiyê çê bike, ev jî li gorî îtîrafên şaredar ê ji komîteya lêpirsînê re ye.

Herwaha eşkera kirie ku di berdêla bertîlê de, ku tê texmîn kirin ku tenê xwaringehek were avakirin, lê plana avakirina avahiyê hatiye guhertin û pênc qat lê hatiye zêdekirin, ku berevajî rêbernameyan e.

Herwaha dibêje, "Sûdanî ew parêzgarê Wasitê parastiye û dixwaze ji cezayê qanûnî dûr bikeve ji ber ku ew ji bo hilbijartinên Iraqê bi wî kar dike."

 

Basnews

 

Top