Wezîrê heca Erebistanê: Ji ber Koronayê bila vê gavê ti kes neçe hecê
Wezîrê heca Erebistanê, Mihemed Salih bin Tahir duhî ragihand, Erebistan amade ye pêşwazî li heciyan bike lê tenduristiya heciyan bo Erebistanê girîngtir e.
Mihemed Salih bin Tahir behsa belavbûna Koronayê kir û got, ji ber wê jî û heta rewşa ku ji ber belavbûna Koronayê hatiye pêş, zelal nebe bila ti kes neçe hecê.
Her sal herî kêm 2.5 milyon kes diçin hecê.
Piştî belabûna Koronayêl li Erebistanê, hikûmeta wî welatî heca Umrê da sekinandin.
Li gorî amarên fermî, heta niha li Erebistanê 1500 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 10 kes jî pê mirine.
Basnews
