Trump û Erdogan pêwendiya telefonî encam dan
Koşka Spî ragehand, ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan di pêwendiyek telefonî de tekezî li pêwîstiya rawestandina şer li Sûriyê û Lîbya kirin e, ku niha Vayrosa Korona belav bû ye.
Ligor Koşka sipî, di wê peywendiyê de hewlên rûbirûbûn a Vayrosa Korona û piştgîriya aboriya cîhanî gotûbêj kirin e û rêkeftin e, ku ya herî giring ew e, welatên ku şer lê heye, bi taybet Sûriye û Lîbya pabendî rawestandina şer bibin û kar ji bo gehiştin bi çareseriyê were kirin.
K24
