• Monday, 09 February 2026
logo

Refandina Kurdan li Efrînê didome

Refandina Kurdan li Efrînê didome
netenê mirov belkî sewal jî ji aliyê cîhadiyên Tirkiyeyê ve têne refandin
Piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve, prosesa girtin, eşkence kirin û guhertina demografiya Efrînê destpê kir.

Li gor jêderên herêmî heta niha zêdetir ji 400 hezar malbetên Ereb û Tirkiman ku kesûkarên cîhadiyanin, li Efrîn û derdorê li ser mal û milkên Kurdan hatine bicîhkirin.

Ji bilî vê jî refandin û eşkence kirina welatiyên Kurd li deverê ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve didome.

Li ser vê mijarê navenda mafên mirovan ya Efrînê ragihand ku roja 28ê Adarê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrîn û derdorê bi ser malên welatiyên Kurd de dane û bi giştî 8 welatiyên Kurd refandine.

Navenda mafên mirovan ya Efrînê eşkere kir koma cîhadî ya ser bi Tirkiyeyê a bi navê El hemzat li gel refandina welatiyên Kurd, dest bi refandin û kuştina pezên şêniyên deverê jî kiriye .

Top