• Monday, 09 February 2026
logo

Pêketina haleteke din bi Korona li Hewlêrê hat ragihandin

Gulan Media March 31, 2020 Nûçe
Pêketina haleteke din bi Korona li Hewlêrê hat ragihandin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tomarkirina haleteke din a pêketina bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, pêketina keseke din bi vîrusa Korona li Hewlêrê hat destnîşankirin, ku jineke 22 salî ye û ji pêketiyê berê yê nahiya Xelîfanê vegirtiye.

Bi tomarkirina vê haletê, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên bi vîrusa Kirina dibe 162 halet, jê 2 kesan canê xwe jidest dane û 57 halet çêbûne û ji nexweşxaneyan vegeriyane malên xwe.



K24
Top