• Monday, 09 February 2026
logo

HSDê bi mûşekan bersiva çekdarên girêdayî Tirkiyê da

Gulan Media March 31, 2020 Nûçe
HSDê bi mûşekan bersiva çekdarên girêdayî Tirkiyê da
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji aliyê wan êrîşeke Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê hate şikandin û otomobîleke leşkerî hate jinavbirin û çekdarek jî hate kuştin.

Di demekê de ko herêma bajarê Eyn Îsa li bakurê Reqayê tûşî topbarana topxaneya Tirkiyê û grûpên çekdar dibe, medyaya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandiye ku hêzên wan êrîşeke Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê li ser rêya M-4 û navçeya gundewarê bajarê Eyn Îsa, têk şikandin.

Hat ragihandin ku Şervanên HSDê “di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da”, di encamê de otomobîlek leşkerî hat jinavbirin û herî çekdarek jî hate kuştin.

Herwiha ajansa fermî hikûmeta Tirkiyê AAyê jî piştrast kir ku ji aliyê şervanên HSDê ve otomobîlek leşkerî hate têkbirin û çekdarekî opozisyona Sûriyê jî hate kuştin.

Ev yek di demekê de tê, ku bi sedema koronayê û weke pabendî bi daxwaza Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, HSDê ji çend rojan ve agirbest ji aliyê xwe ve ragihandibû.

Rudaw
Top