Amerîka sîstema Patriot li Hewlêrê bicih dike
Du jêderên serbazî yên Amerîkî û Iraqî ji ajansa France Press re aşkere kirin, du bateriyên Patriotan gihîştine Iraq û Herêma Kurdistanê, yek ji wan li binekeya Eyn Esed li Enbarê û ya din jî li Hewlêrê bicih dibe.
Amaje bi wê jî dan, du bateriyên din jî li Kuwêtê ne û hîna negihîştine Iraqê û ne diyar e jî dê li kû werin danîn.
Ew jêderên serbazî diyar dikin, berpirsên Iraqê bi vê gava Amerîka nîgeran bûne û tirsa wan ew e, danîna Patriotan bi sedema torebûna Îranê.
Aşkere kirin jî, berpirsên Iraqî li hember li hember bicihkirina sîstema berevaniyê Patriot, Amerîka hejmara serbazê xwe li Iraqê kêm bike, ew jî ji bo ragirtina palansê û sarkirina torebûna Îranê.
K24
