• Monday, 09 February 2026
logo

Li Kerkûkê hêzên Iraqî bi behaneya qedexeya derketina derve xortên kurd digirin!

Gulan Media March 31, 2020 Nûçe
Li Kerkûkê hêzên Iraqî bi behaneya qedexeya derketina derve xortên kurd digirin!
Li bajarê Kerkûkê, hêzên Iraqî bi behaneya binpêkirina qedexeya derketina derve, xortên kurdan digirin.

Ev çend roj in li tevahiya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê, ji bo ku vîrusa Koronayê zêdetir belav nebe, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, duhî êvarê li taxa Rehîmava ya bajarê Kerkûkê, hêzên Iraqî çend xortên kurd bi behaneya ku qedexeya derketina derve binpê kirine, girtin.

Li gorî agahiyan, hêzên Iraqî li çend taxên din yên kurdan jî pişkinîn û teftîş kirine û welatiyên kurd aciz kirine.

Welatiyekî Kerkûkî bi navê Kawe Hesen li ser vê yekê ji BasNewsê re got, şeva borî hêzên Iraqî li taxa Ronakî ya bajêr komek xortên kurd girtin, bi behaneya ku qedexe binpê kirine.

Bi gotina Kawe Hesen, hêzên Iraqî derewan dikin ji ber ku ew xortên kurd yan li ber dergehê hewşa mala xwe bûne û hinek jî li nav hewşa xwe de bûne û hatine girtin!

Tê gotin ku li taxên ereban û turkmenên Kerkûkê, qedexeya derketina derve bi awayekî berçav tê binpêkirin lê hêzên Iraqî çavên xwe ji wan re digirin.

Basnews
Top