• Monday, 09 February 2026
logo

11 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin

Gulan Media March 31, 2020 Nûçe
11 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin
Wezîrê Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistnê, Saman Berzincî, di Konfiranseka rojnamevanî de ragehand, li gor encamên pişkinan, 11 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Got jî: Ji evê hejmareyê: 6 halet li Helebce bûne, 4 li Silêmanîyê û yek halet jî li Derbendîxan bûye.

Zelal jî kir, wan pirojeyek heye bi navê Xizmetguzarîya Bilez ku bi rêya tîmên gerok xizmetguzarîyên tenduristî pêşkeşî hevwelatîyan dikin.

Wezîrê Tenduristîya hilkumeta Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî got jî: Tevaya ew xwîndkarên evro ji Qubris vegerîyane, ku hejmara wan 320 kes in, dê bikevin di Korentîneyê de.

Behsa wê yekê jî kir, ji destpêkê ve heya niha 5,474 kes hatine korentînekirin û niha tenê 1226 kes mane û piranîya wan li bajarê Dihokê ne kû 733 kes in.

Aşkera jî kir, bi giştî 6,500 pişkinîn hatine encamdan, 161 haletên tûşbûnê li Herêma Kurdistanê hene û 57 halet çêvebûne û ji nexweşxaneyê derkevtine.
Top