Li Urmiyê di 24 demjimêran de 48 kes bi koronayê ketin
Bajarê Urmiyê bi 219 kesan, rêjeya herî zêde ya nexweşên koronayê heye. Piştre jî bajarê Xoy 95 kes, bajarê Bokanê 83 kes û Miyanduaw 71 kes. Piştre jî bajarên Mehabad û Sayn Qela tên.
Tenê di 24 saetan de, li parzgeha Sine 10 kesan bi sedema virusa korona canê xwe ji dest dane. Hejamra kesên bikCoronayê canê xwe ji dest dane, li wê parzgehê bû 61 kes, herî zêde li bajarê Seqizê qurbanî hene, ku heya niha 23 kesan li wî bajarî bi koronayê canê xwe ji dest dane.
Ajansa hikûmeta îranê ragihand ku rêjeya canjidestdanê li Sine duqatî asta mamnavend ya Îranê ye û %12 ya tûşbûyên koronayê li parêzgeha Sine canê xwe ji dest didin, ev di demekê de ye ku rêjeya mirina tûşbûyên koronayê li Îranê %6.8 e.
Sedem jî kêmiya kelûpel û derengketina destnîşankirina nexweşên koronayê ye. Li wê parêzgehê, 425 tûşbû hatine tomarkirin, ku 121 kes ji wan hatine çareserkirin.
Li parêzgeha Loristanê, 3 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dane, herwiha 15 kesên din jî tûşî koronayê bûn û hejmara canjidestdanê li wê parêzgehê bûye 51 kes û hejmara tûşbûyan jî gihîşte 695 kesan. 140 kes rewşa wan baş bûye.
Li parêzgeha Kirmaşanê, welatiyekî din canê xwe ji dest da û 7 kesên din jî tûşî koronayê bûn. Hejmara canjidestdana bi koronayê li Kirmaşanê gihîşte 28 kesan û hejmara tûşbûyan jî bûye 220 kes.
Li parêzgeha Îlamê jî, ji roja Yekşemê ve ti kesekê bi sedema virusa koronayê canê xwe ji dest nedaye û hejmara tûşbûnê jî kêm bûye.
Di nava 24 seetan de, 6 kes li wê parêzgehê tûşî koronayê bûne.
Rudaw
