Bi sedma Koronayê yekem wezîrê Tenduristîyê li Ewrûpa ji posta xwe hat dûrixistin
Çavkanîyekî ji Firakisyona partîya Xizmetkarê Gel ku Viladîmêr Zîlînîskî serkirdatîya wê partîyê dike, ragehad, wezîrê Tenduristîyê serkevtî nebû ye ji rêkxistina karê wezaretê û nekarîye pilaneka mukim û kara dane bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê; lew piranîya perlemantaran deng dan bi dûrxistina wî ji posata wezîrîyê.
Perlemana Okrayîna pêşnîyaz bo serokê welat kir, ku Meksîm Stîpanov, serokê berê yê rêveberîya herêmî li kerta Odîsa, wek wezîrê nû yê Tenduristîyê damezrîne.
Ev di demekê de ye, her evro wezareta Tenduristîya Okarayîna di beyannameyekê de ragehandibû, 480 haletên tûşbûnên nû bi Vayrosa Koronayê û 11 haletên mirinê bi wê sedemê li wî welat hatine tomarkirin.
