• Monday, 09 February 2026
logo

Xurmatû…Hêzeke hevbeşa Iraqî êrîşî DAIŞê kir

Gulan Media March 30, 2020 Nûçe
Xurmatû…Hêzeke hevbeşa Iraqî êrîşî DAIŞê kir
Ragehandina şer a Iraqê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir, ku 24 binke û baregehên DAIŞê yên li sînorê bajarê Xurmatû jinav birine û Pêşmerge jî alîkarê wan bûye. Lê fermandariya Pêşmerge ya li wî sînorî beşdariya wê êrîşê red kir.

Yek ji fermandarên Pêşmerge yên li sînorê bajarokê Newculî ya ser bi bajarê Kifrî ya hemsînorê Xurmatû ye Mihemed Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek Pêşmerge di helmeta îro ya hêzên Iraqê li sînorê Xurmatû û Pelkane de em beşdar nebûne.’’

Herwaha got: ‘’Hêza Iraqî hatiye gundê Qurriçay a nêzîk bajarê Kifrî.’’

Daxuyaniya ragehandina şer a Iraqê de jî hat aşkera kirin, îro 30.03.2020ê hêzên artêşê, Heşdî Şeibî û Pêşmerge li sînorê Xurmatû û nêzîk bîrên nefta Pelkane, di êrîşekî de karîn 24 binke û baregehên DAIŞê jinavbibin û dest li ser motosîkletek û bombeyên çandî û pêxew û sotemenî û xwarina terorîstên DAIŞê de bigrin.

Basnews
Top