• Monday, 09 February 2026
logo

14 kesên din li Parîzgeha Silêmanîyê tûşî Varosa Koronayê bûn

Gulan Media March 30, 2020 Nûçe
14 kesên din li Parîzgeha Silêmanîyê tûşî Varosa Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê derencamên nû ragehand, ev jî deqa wê ye:

Derencamên nû…

Li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, 14 tûşbûyên Vayrosa Korona Nû (KOVID-19) li bajarê Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku heşt jin û şeş zelam in, bi vî awayî:

Pênc ji tûşbûyan ji nav bajarên Silêmanîyê, Pênciwîn, Sagêz û Sîtek ku berê wan geşt kirine.

Heft ji tûşbûyan ji Derbendîxan in berkevtîyên tûşbûyên berê ne.

Dû ji tûşbûyên nû ji bajarê Silêmanîyê ne ku geşt ne kirine.

Wezareta Tenduristîyê

29/Adar, 2020

K24
Top