Ragehandineka nû ji Wezareta Nevxwe
Di wê ragehandinê de hatîye, Di demekê de ku sûpasîya xweragirî û pêgîrbûna hevwelatîyên Herêma Kurdistanê dikîn, daxwaz ji wan jî dkîn, ji bo selametîya xwe û bejewendîya giştî berdewam bin li ser pabendbûnê bi rêkar û rênimayên tenduristîyê; daku bi hevkarîya hemû alîyan evê rewşa dijwar derbaz bikîn.
Herweha hatîye, cihê daxêye, di van rojan de, hinke kesên neberpirs bi aşkera daxaza serpêçîkirina yasayê û pabendnebûnê bi rêkar û rênimayî yên tenduristîyê dikin û xelkî han didin bo xwenîşandanan û kombûnban û dixwazin bo mebestên taybetên xwe, berjewendîya giştî rûbirûyê metirsîyê bikin û ev jî hewleke bo belavkirina Vayrosa Koronayê û tawaneke beranber bi xelkên Kurdistanê.
Di pişkeka dî ya wê ragehandinê de hatîye, Em li vir hûşdarîyeka tund didîn hemû ewên bi aşkera daxwaza serpêçîkirina yasayê û rênimayîyan dikin, ku her serpêçîyek, binpîkirinek û kombûnek, wan rûbirûyê lêkolînê û sizayên yasayî dê bike, çunku bi vî karî, ew tenduristîya xelkî û berjewendîya giştî dixin di metirsîyeka mezin de. Daxwaz ji daxwazkarê giştî jî dikîn ku rêkarên pêwîst bigire ber beranber her serpêçî û binpêkirineka rêkar û rênimayîyan.
K24
