Serokê Hikûmetê aliyên hikûmî bo vegera xwendekar û welatiyên Herêmê raspard
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hemû hewlên (Wezarata Veguhastin û Gihandinê, Fermangeha Pêwendiyên Derve, nûneratiyên Herêmê li Derve, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Nûneratiya Hikûma Herêmê li Bexdayê) tên kirin, ji bo xwendekar û welatiyên Kurdistanê yên li derveyî Herêmê bi hevahengiya ligel Hikûmeta Federal bêne vegerandin.
Amaje bi wê da, tekezî li ser wê dikin, divê welatî li çi welatî bin, pabendî yasa û rênmayên wî welatî bin û navên xwe li nêzîktirîn balyozxane, Konsolxaneya Iraqê, yan nûneretiya Herêmê Kurdistanê tomar bikin û rênma çi bin bicih bikin.
Wezareta Veguhastin û Gihandinê diyar kir, wekatiyan han didin ku di van demên ku firokxane û firoke bûne cihên sereke yên belavbûna vê vîrus û nexweşiyê, welatî hemû hewlên xwe bidin ji bo li cihên xwe bimînin, ta ev rewşa diwar derbas bibe, bi hêviya tenduristiyeke baş ji her aliyekî re.
K24
