Amarên dawiyê yên berkeftin û mirinên vîrusa korona
Li gor heman lîsteyê bi giştî li seranserê cîhanê 664 hezar û 343 kes ber vîrusa korona ketine û ji wê hejmarê jî 365 hezar û 757 kes li welatên din ên cîhanê yên derveyî Amerîka, Îtalya û Çînê ber wê vîrusê ketine.
Li gor lîsteya îro hejmara miriyan li Çînê geheştiye 3 hezar û 300 kesan. Li Amerîkayê 2 hezar û 227 kes, li Îtalyayê 10 hezar 23 kes û welatên din ên cîhanê jî geheştiya 15 hezar û 385 kesan.
Hejmara herî zêde mirinên ji ber wê vîrusê derveyî Îtalya, Çîn û Amerîkayê, li welatên Îranê (2 hezar û 517 kes), li Îspanyayê 5 hezar û 982 kes, li Fransayê 2 hezar û 314 kes, li Brîtanyayê 1 hezar û 19 kes, Holandayê 639 kes, li Koreya başûr 154 kes, li AlmanyayÊ 478 kes û li Swîsre jî 271 kes hatine tomar kirin.
Basnews
