Serokwezîrê Brîtanyayê hişyarî da: Rewş xerabtir dibe
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ku ew bi xwe tûşî vîrusa Koronayê bûye, nameyek arasteyî hemû hemwelatiyên Brîtanyayê kir.
Serokwezîrê Brîtanyayê di wê nameya xwe de diyar kir ku krîza vîrusa Koronayê her ku diçe xeraptir dibe û ragihand, eger pêwîst bike ew dê rêkarên rûbirûna Koronayê tundtir bikin û li gor wan rêkarên nû, rojane lîsteke zanyariyên taybet bi rênimayên tendirustî û herwiha derketina derve, pêşkêşî hemwelatiyan bikin.
Ev daxuyaniya Johnson piştî wê hat, ku derbarê kêm zanyarî û nebûna berçavroniyên taybet bi şerê li dijî Koronayê, rexneyên tund li hikûmeta wî tên girtin.
Li gor amaran, heta niha 17 hezar û 89 kes li Brîtanyayê tûşî vîrusa Koronayê bûne û hezar û 19 kes jî bi wê vîrusê mirine ku 260 kes ji wan duh, roja Şemiyê canê xwe ji dest dan. Herwiha 135 tûşbûyên Koronayê jî baş bûne.
Rudaw
