3 kesên nû li Herêma Kurdistanê bi Korona ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 3 pêketiyên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, ew kesên bi vîrusê ketine, 2 piyayên temen (19) û (21) sal li Duhok û Akrê ne û jineke (70) salî li qezaya Derbendîxanê ye.
Bi vî awayî koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (125) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (51) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
K24
