Macron: Nabe Ewropa bi ezezî li Îtalyayê re binêre
Serokê Fransa Emmanuel Macron di hevdîtinekê bi çend rojnameyên Îtalî re ragihand, “Tê gotin ku Çîn û Rûsya alîkariyê bi Îtalyayê re dikin, çima em nabêjin ku Fransa û Almanya du milyon mask û bi hezaran cil ji Îtalyayê re dabîn kirine”.
Got jî: Ev tenê, têrê nake. Heger em bi Îtalya, Îspanya û hin welatên din ên Ewropî re hevkariyê nekin, dê ji me bipirsin: Dem em li bereyan bûn, hûn li kû derê bûn? Naxwazim welatên Ewropa bi ezezî serederiyê bikin û naxwazim Ewropa bê dabeşkirin”.
Piştî belavbûna vîrusa Korona bi awayekî berfireh li Îtalya, wî welatî rexneyên tund li Fransa û Almanya girtibûn, destpêkê alîkariyên rûbirûna wê vîrusê pêşkêşî wê nekiribûn.
Ji aliyekî din ve, Rûsya û Çînê hevkariyê bi Îtalyayê re dikin, ku tenê Rûsya 15 firokeyên hevkariyên tenduristî û nêzîkî 100 şareza şandibû wî welatî. Herwiha Çînê jî firokeyek mask û amûreyên henasedanê şandibûn Îtalyayê.
K24
