• Monday, 09 February 2026
logo

Polîsê Duhokê qedexeya hatûçûnê tund kir

Gulan Media March 28, 2020 Nûçe
Polîsê Duhokê qedexeya hatûçûnê tund kir
Polîsên parêzgeha Duhokê ji bo zêdetir pêkanîna rênmayiyan qedexeya hatûçûnê tundtir kir û cot şerîdên ser rêyên giştî daxistin û lêweger tenê di cîhên lambeyên trafîkê de hiştin.

Berdevkê polîsê parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ji BasNewsê re ragehand, xelkê parêzgeha Duhokê heta astekî mezin li gor qedexeya hatûçûnê tevgeriyan, lê divê kontrolekî zêdetir bê kirin û ji ber wê qedexe tê tundtir kirin. êdî herkesekî li ser cade û nav kolanan bê dîtin dê bên ceza kirin.

Herwaha got: ‘’Hemû hêzên navxwe naha li ser kar in û nava tîmên li ser cadeyan de jî hatûçûna dewriyê dikin. Destpêkê de heta astekî alîkarî ji hemwelatiyan re dihate kirin, lê ji îro 28.03.2020ê û pê de her hemwelatiyek li gor qedexê tevnegere dê bê ceza kirin û ew wesayîtên hatûçûnê jî dikin dê bên desteser kirin û ceza kirin.

Berdevkê polîsê hatûçûnê ango trafîkê Azad Teha jî ji BasNewsê re ragehand, qedexeya hatûçûnê dê bê tundtir kirin, li hemû durêyên ser cadeyên giştî û rêyên neserekî jî dê bên daxistin û êdî ti ajokar nikare li ser cadeyan xwe bi dize û tîmên dewriyê li hemû cîhên lambeyên trafîkê hatine danîn.

Basnews
Top