KURDISTAN – 12 tûşbûyên Koronayê baş bûn
Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand ku 9 tûşbûyên bi vîrusa Koronaya nû (COVID-19) baş bûne û vegeriyane nav kesûkarên xwe.
Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê jî aşkere kir ku 3 tûşbûyên bi vîrusa Koronayê baş bûne.
Li gor daxuyaniya Tendirustiya Hewlêrê, yek ji wan tûşbûyên ku baş bûne, jineke ducanî bû ku rewşa wê ya tendirustî ne baş bû û piştî çendîn can pişkinînan bi tevahî rewşa wê asayî bû.
Li Herêma Kurdistanê bi dawîn 12 kesan, hejmara tûşbûyên bi Koronayê ku baş bûne û vegeriyane nav kesûkarên xwe gihişt 51 kesan.
Rudaw
