Li Îtalyayê 24 demjimêran de 919 kes ji ber vîrusa korona mirin
Li Îtalyayê hejmara kesên ji ber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bû 9134, bi wî awayî hejmara mirinên herî zêde yên di rojekê de nîşan dide.
Li Îtalyayê sedî 60ê mirinan li herêma Lombardia ya li bakurê wî welat pêktên.
Herwaha li Îtalyay heta naha hejmara berkeftiyên vîrusa koronayê 86 hezar kesan derbas kiriye.
Herçend hejmara berkeftiyên nû yên bi vîrusa korona roj bi roj kêm dibe jî lê mirinên ji ber wê vîrusê narawestin.
Ji ber vîrusa koronayê heta naha seranserê cîhanê 26 hezar 455 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
