• Monday, 09 February 2026
logo

Amerîka plana lêdana mîlîşyayên Iraqê datîne

Gulan Media March 28, 2020 Nûçe
Amerîka plana lêdana mîlîşyayên Iraqê datîne
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ferman daye serkirdeyên xwe yên serbazî, ta plana lêdana mîlîşyayên Iraqê yên bi wekalet ji ber Îranê ve şer dikin deynin.

Rojnameya “New York Times” di raportekê de hûrgiliyên di navbera Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê û serkirdeyên serbazî yên Amerîkî li Iraqê belav kirin.

New York Times nivîsiye, piştî zincîreyek ji êrîşên mîlîşyayan ser binkeyên Amerîkî li Iraqê, hefteya bûrî Pentagonê hejmarek rêkar ji hêzên Amerîka li Iraqê re derkirin.

Rojnameyê diyar kiriye, fermandarên mezin ên Amerîka li Iraqê hişyarî dane ku lêdana mîlîşyayan, dê şerekî xwînane jê derdikeve û dibe encamên berûvajî bidin û dibe şerekî bi Îranê re rû bide.

Di wê derbarê de Generalê Amerîkî Robert White bersiva Pentagonê daye û gotiye ku erkê wan li Iraqê rahênankirina hêzên Iraqî di di şerê li dijî DAIŞê de ye, ji ber wê pêwîstiya wan bi hêzên zêdetir li Iraqê heye.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Robert O'Brien bi arasteyê wê yek diçin, êrîşî Îran û mîlîşyayên ser bi wê ve bikin, bi taybet ku niha vîrusa Korona li Îranê belav bûye.

Lê Wezîrê Berevaniyê Mike Esper û Fermandarê Fermandariya Hevbeş a Amerîka Mark Milley ji her gurkirina leşkerî nîgeran in.


K24
Top