• Monday, 09 February 2026
logo

Sedr: Vîrusa korona ji ber zewaca hemzayendan pêkhat

Gulan Media March 27, 2020 Nûçe
Sedr: Vîrusa korona ji ber zewaca hemzayendan pêkhat
Rêberê tevgera Sedr dibêje vîrusa korona ji ber zewac û hevseriya hemzayendan pêkhatiye.

Îro 28.03.2020ê rêberê tevgera Sedr Muqteda Sedr di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, zewaca hemzayendan bûye sedemê derketin û belavbûna vîrusa koronayê li cîhanê.

Muqteda Sedr daxwaz ji hikûmetên rojava kir, di cîh de yasayên rê didin bo hevserî û zewaca hemzayendan hilweşîne, ‘’Belkî bibe peşîmaniyek ji tewan’’ û bibe sedemê jinavçûna vîrusa korona.

Top