Erdogan bo rûbirûbûna Koronayê 7 biryar ragihandin
Li gor ragihandina Erdogan, Tirkiye hemû geştên xwe yên asmanî bo welatên derve radiwestîne û li nava bajarên Tirkiyeyê jî hatinûçûn êdî girêdayî rêdana parêzgeriyan e.
Serokomarê Tirkiyê herwiha ji bo hemû bajarên Tirkiyeyê di bin serokatiya parêzgeran de Civatên Êşa Berbelav a Koronayê ragihand.
Li gor daxuyaniya Erdogan, êdî hatinûçûn û geştên nav bajarên Tirkiyê girêdayî mohleta parêzgeriyan e.
Dê wekî dezgehên hikûmî, dezgehên kartê taybet jî bi kêmtirîn karmendan re kar bikin û dê derbasî sîstema xebata sivik bibin û herwiha di vegûhestina giştî de derbasî sîstema rûniştina ji hev dûr dibin.
Her li gor daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê, seyrangeh û deverên daristanî ji bo dawiya hefteyê girtî ne û di nav hefteyan de jî rê naye dayîn welatî li wan cihan kom bibin.
Herwiha leşker jî dê li gor rênimayiyan, wekî karantînekirina 14 rojan ji bo arteşê bi awayek kontrolkirî werin wergirtin û ji artêşê bên berdan.
Erdogan tekez jî kir, geştên asmanî bi temamî hatin dawîkirin û li hemû bajaran di bin serokatiya parêzgerên de Civata Êşa Berbelav tên avakirin û dê çavdêriya renimayî û biryarên wan civatan were kirin.
Erdogan got jî, “Ev biryar û rênimayî di destpêkê de ji bo bajarên me yên mezin ên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Kocaeliyê li 30 bajarên mezin ên Tirkiyeyê bi hûrgilî tên cîbecîkirin. Ez niha behsa bajarên din nakim. Tenê behsa 30 bajarên mezin dikim.”
Wezîrê Tendûristiya Tirkiyê, Fahrettîn Koca îro ragihand ku di 24 demjimêran de 17 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan, hejmara kesên bi Koronayê mirine jî gihişt 92 kesan.
Li gor ragihandina Wezîrê Tendûristiya Tirkiyê, hejmara tûşbûyan gihiştiye 5 hezar û 698 kesan, 344 nexweş di bin çavdêriya hûr ya pizişkî de ne, 42 kes jî rewşa wan baş bûye.
Rudaw
