• Monday, 09 February 2026
logo

Emerîka li belavbûna Vayrosa Koronayê berekanê li gel Çînê dike

Gulan Media March 27, 2020 Nûçe
Emerîka li belavbûna Vayrosa Koronayê berekanê li gel Çînê dike
Mêdyayên Emerîkayê belav kirîye, Hejmara tûşbûyên Vayrsa Koronayê li Emerîka, 81 hezar kes derbaz kir û kete pêş Çînê.

Rojname ya Niyoyork Taymiz belav kirîye, zanayan hoşdarî daye Emerîkayê û di wê bawerîyê de ne, rojek dê bihêt ku Emerîka bibe zîyanmendê yekem bi sedema Koronayê.

Wê rojnameyê belav kirîye jî, hejamra tûşbûyan li Emerîka gehiştîye 81 hezar û 321 kesan û zêdetir ji 1000 kesan jî, canê xwe ji dest dane û ev hejmar jî nîşan dide ku Emerîka dê bikeve pêş Çîn û Îtaliya.

Rojnameyê behsa wê yekê jî kirîye, sedema serekî ya belavbûna wî derdî, ew ku metirsîyên wî derdî bi cidî nehatine wergirtin.

K24
Top