• Monday, 09 February 2026
logo

Îtalya: Di rojekê de 662 kesên din bi Koronayê mirin

Gulan Media March 27, 2020 Nûçe
Îtalya: Di rojekê de 662 kesên din bi Koronayê mirin
Li Îtalya di dema rojekê de 662 kesan ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara giştî ya tûşbûyên vê vîrusê li wî welatî gihîşte 80 hezar û 589 kesan.

Birêveberê Berevaniya Sivîl a Îtalyayê, Agostino Miozzo di konferanseke rojnamevanî de ragihand, roja Pêncşemê 662 kesan bi sedema vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest dane.

Agostino Miozzo amaje bi hejmara gitşî ya qurbaniyên vîrusa Koroanyê li wî welatî kir û destnîşan kir, ji roja 21ê Sibatê ve ku yekemîn haleta tûşbûna bi vîrusa koronayê li Îtalya hatibû tomarkirin û heta niha 8 hezar û 165 kesan canê xwe ji dest dane.

Agostino Miozzo diyar kir, ku di heman rojê de 4 hezar û 492 kesên din jî tûşî vê vîrusê bûne.

Birêveberê Berevaniya Sivîl a Îtalyayê herwiha da xuyakirin, ku hejmara tûşbûyên bi Koronayê li Îtalyayê gihîştiye 80 hezar û 539 kesan.

Agostino Miozzo ragihand, 33 hezar û 648 kes ji wan tûşbûyan di malên xwe de hatine kerentînekirin û 3 hezar û 612 tûşbû jî li nexweşxaneyan di jêr çavdêriya pizîşkan de ne.

Rudaw
Top