• Monday, 09 February 2026
logo

Firansa.. 231 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Firansa.. 231 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan
Ajansa Roterz ji zimanê desthelatdarên Firansayê belav kirîye, di dema 24 demjimêrên burî de, 231 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane. Bi evê yekê jî, hejmara tevaya kesên bi sedema evî derdî li Firansayê mirine, gehişte 1,331 kesan.



Li gor ragehandineka Nivîsîngeha Tenduristîya Giştî li Firansayê, hejmara tevya tûşbûyên Vayrosa Koronayê li wî welatî, gehiştîye 25,233 haletan.



Her evro jî, Firidrêk Valîto, serokê Yekêtîya Nexweşxaneyan li Firansayê gotibû, hejmara rast a qurbanîyên Vayrosa Korona li welatê wan gelek ji wê hejmareyê zêdetire, ewa ji alîyê hikumeta Firansayê ve dihête ragehandin.



Firidrêk Valîto, tekez kir, ew amara rojane dihête ragehandin, tenê hejmara wan kesane, ewên di nexweşxaneyan de dimirin û wan kesan nevegire ku li mal yan li xaneya pîran bi sedema Vayrosa Koronayê dimirin.



Ev di demekê de ye, duhî desthelatdarên wî welatî, mirina 240 kesan di dema 24 demjimêran de li seranserî wî welat bi sedema koronayê ragehandibû, ku ev jî mezintirîn amare ji destpêka belavbûna Koronayê li Firansayê.



K24
Top