• Monday, 09 February 2026
logo

Şam: Hejmara kesên bi Koronayê ketine bû 5 kes

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Şam: Hejmara kesên bi Koronayê ketine bû 5 kes
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina kesekî din bi vîrusa Korona ragihand, ku hemara kesên bi vîrusê ketine li wî welatî bûn 5 kes.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, kesek ku berî çend rojan ji derve vegeriyabû di kerentînê de bû, îro diyar bû ku ew hilgirê vîrusa Korona ye.

Sûriyê heta roja 22 Adarê ti pêketina bi vîrusa Korona ranegihandibû, di van 4 rojan de pêketina 5 kesan bi wê vîrusê ragihand.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebulrehman berî çend rojan ji K24ê re ragihandibû, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine, li Sûriyê gelek zêdetir e.

K24
Top