• Monday, 09 February 2026
logo

Li Almanya zêdetir ji 36 hezar kesan bi Korona ketine

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Li Almanya zêdetir ji 36 hezar kesan bi Korona ketine
Peymangeha Robert Koch ragihand, li Almanya zêdetir ji 36 hezar kesan bi vîrusa Korona ketine.

Wê peymangehê diyar kir, îro 4995 kes li Almanya bi vîrusa Korona ketine û 50 kesî jî canê xwe jidest dane.

Bi vî rengî, li Almanya hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 36 hezar û 608 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 198 kesan.

Berî çend rojan jî Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel jî ketibû korentîneyê, bi sedema ku têkilîyê wê bi pijîşkekî ku helgirê vîrusa Koronayê re hebûye.

Li gor Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, Ewropa bûye navenda belavbûna vîrusa Korona, Almanya jî li pişt Îtalya û Îspanya di pileya sêyem de tê.

K24
Top