• Monday, 09 February 2026
logo

2 serbazên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
2 serbazên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kir, 2 serbazên artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, li navçeyeke sînorî ya Başûrê Kurdistanê çekdarên PKKê bi mûşekên “Motar” serbazê Tirkiyê armanc girtin.

Wezaretê aşkere kir jî, di encama êrîşê de 2 serbaz hatin kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, piştî wê êrîşê hêzên Tirkiyê bersiv dan û firokeyên şer 4 binkeyên PKKê bombebaran kirin û di encamê de 8 gerîleyanên PKKê hatin bêbandorkirin.

K24
Top