• Monday, 09 February 2026
logo

Îro 10 tîmên tendirustiyê li nav Derbendîxanê digerin

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Îro 10 tîmên tendirustiyê li nav Derbendîxanê digerin
Îro 10 tîmên tendirustiyê di nav tax û kolanên bajarê Derbendîxanê de digerrin û pişkinînê bo xelkê dikin.

Qaymeqamê Derendîxanê ragihand, “5 tîm li Silêmaniyê û 5 tîm jî li Derbendîxan hatine amadekirin û dê di nav tax û kolanên Derbendîxanê de bigerin.”

Ji ber zêdebûna hejmara tûşbûyan, bajarê Derbendîxanê ji aliyê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ve hatiye kerentînekirin.

Qaymeqamê Derendîxanê herwiha da xuyakirin, pilana wan heye ku 200 pişkinînan bo wan kesan encam bidin ku têkiliya wan li gel tûşbûyên wî bajarî hebûne.

Li gorî daxuyaniya Rêvebera Giştî ya Tendirustiya Derbendîxanê jî gelek kesên ku peywendiya wan li gel tûşbûyên Koronayê li vî bajarî hebûne, hatine destnîşankirin û dibe ku îro heta sibe pişkinîn bo 150-200 kesan bihê kirin.

Piştî zêdebûna hejmara tûşbûyan, bûdceyeke taybet jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Derbendîzanê hatiye dabînkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe alîkariya wan qeza û nahiye û îdareyên serbixwe dide, ku rêjeya tûşbûna bi vîrusa Koronayê li wan deran ji cihên din zêdetir e.”

Herwiha avahiyeke taybet bi mana xwandekaran jî bi awayekê demkî bo tûşbûyan hatiye terxankirine, û tevahiya pêdawîstî û kelûpel û karmendên pirzîşkî jê re hatiye dabînkirin.

Li gor amarên ku Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê belav kirine, li Derbendîxanê heta niha 18 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.

Rudaw
Top