Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû belav dike
1- Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5050) kes li (34) cihên cuda bûn. Niha tenê (1726) kes di kerentînê de mane, (789) kes li Hewlêrê, (308) kes li Silêmaniyê, (524) li Duhokê, (35) li Helebce, (12) li Germiyanê, (38) li Raperînê, (20) li Koyê. (3324) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (379) kes jî bo 48 demjimêran hatibûn kerentîkirin.
2- Di heyama 48 demjimêrên bûrî de (929) pişknîn hatin kirin, (648) li Hewlêrê, (198) li Silêmaniyê, (83) li Duhokê. Derencam (18) pêketiyên nû hatin tomarkirin:
- Parêzgeha Hewlêrê: (11) nexweş hebûn, (4) jin, (5) piya û (2) zarok.
- Parêzgeha Silêmaniyê: (7) nexweş hebûn, (3) jin, (2) piya û (2) zarok.
3 - Koma giştî ya hilgirên vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê (103) kes in, di nav de (2) mirin hene, (27) bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin û di dema pêwîst de pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.
K24
