• Monday, 09 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê 240 kes canê xwe ji dest dane

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê 240 kes canê xwe ji dest dane
di nava 24 seatan de 13 welatî canê xwe ji dest dane
Jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê diyar kirine ku Korona li Rojhilatê Kurdistanê gelek bilez belav dibe û roj bi roj hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin zêde dibe.

Jêder behsa vê yekê dikin ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 240 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gor amaran di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 13 welatiyên din yên Kurd jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hate zanîn ku 163 ji wan kesên ku canê xwe ji dest dane, zilam û 77 kesên din jî jinin.
Top