• Monday, 09 February 2026
logo

Li Ispaniya.. Korona gehişte seroaktîya wezîran

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Li Ispaniya.. Korona gehişte seroaktîya wezîran
Hikumeta Ispaniya encama pişkinîna pizîşkî ya Karmîn Kalfo, cêgira serok wezîrên welatê xwe ragehand û tûşbûna navhatî bi vayrosa Koronayê piştrast kir.

Di beyannameyekê de, hikumeta wî welatî ragehand, encama pişkinîna pizîşkî ya Karmîn Kalfo, erênî derketîye û navhatî tûşî Vayrosa Korona bûye.

Di beyannameyê de amaje hatîye kirin, ku rewşa Tenduristîya Karmîn Kalfo cêgîre û li jêr çavdêrîya pizîşkî ye.

Ev di demkê de ye, duhî pişkinîn bo cêgira serok wezîrên Ispaniya hatibû kirin û encama wê pişkinînê nerênî derketibû, lê piştî dûbarekirina pişkinînê bi mabesta diltenahbûnê, derket navhatî helgira Vayrosa Korona ye.

Karmîn Kalfo ji dayîkbûya sala 1957ê ye û ji sala 2018yê ve posta cêgira serok wezîrên Ispaniya wergirtîye.

K24
Top