Li Kurdistanê rewşa 5 tûşbûyên koronayê baş bû
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn îro Sêşemê 24ê Adarê li Silêmaniyê, 5 tûşbûyên koronayê çakbûn û bo malên wan hatine vegereandin, lê divê 14 rojên din, bên karantînekirin.
Li Herêma Kurdistanê bi pakbûna van 5 kesan ji vîrusa koronayê, hejmara kesên rewşa wan baş bûne û vegeriyana jiyana xwe rojane gihîşt 27 kesan.
Dr. Sebah Nesredîn herwiha diyar kir ku pabendbûna rênimayeyên di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de rewşa zûtir asatir dike.
Hejmara giştî ya kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19 ketine, gihîştiye 91 kesan.
Li Herêma Kurdistanê, heta niha 2 kes ji tûşbûyên vîrusê jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
