• Monday, 09 February 2026
logo

Li Stenbolê testên korona yên 24 perestar û pizîşkên malbatan pozîtîv derketin

Gulan Media March 25, 2020 Nûçe
Li Stenbolê testên korona yên 24 perestar û pizîşkên malbatan pozîtîv derketin
Testên koronayê yên 24 perestar û pizîşkên malbatan ên li qezayên cuda yên ‎Stenbolê kar dikin pozîtîv derketine. Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ya ‎Stenbolê Dr. Kutbettin Demir ragihand ku li qezayên cuda yên Stenbolê 24 perestar û hekîmên ‎malbatan bi vîrûsa koronayê ketine.‎

Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ya ‎Stenbolê Dr. Kutbettin Demir diyar kir ku li Stenbolê testên koronayê yên 24 perestar û hekîmên malbatan ‎pozîtîv derketine û got: “Rewşa giştî ya wan karmendên tendirûstiyê baş e. Çend hevalên me hatine ‎razandin û çareseriyê dibînin, çareseriya hevpîşeyên me yên din jî li malên wan berdewam e. Lê rewşa ‎tendirustî ya hevalên me ne cihê nîgeraniyê ye.”‎

Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ‎da zanîn ku heta hefteya destpêkê ya Adarê ‎wek civak şaşiyên wan çêbûn û got: "Dawiya Sibatê û heta destpêka Adarê welatiyên me yên ji derva ‎dihatin bo raporê wergirin serî li hekîmên malbatan dan. Di vê navberê de têkiliya wan ligel yên bi ‎temen çêbû ku li navendê li benda pişkinînê bûn. Wek hekîmên malbatê kêmasiya me ya herî mezin ‎nebûna tulum û berçavkan e."‎

Demir tekez kir ku nabe ti welatiyek eger ne bo karekî pêwîst be ji mal derkeve û got: "Îro jî kesên ‎dibêjin nav mista testê me dixure û tiştên wiha bo pişkinînê tên. Navendên tendirûstiyê cihên herî bi ‎rîsk in. Em ji welatiyên xwe re dibêjin ku eger ne rewşeke lezgîn be neyên."

Rudaw
Top