• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rûsya: Li Idlibê 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn

Gulan Media March 25, 2020 Nûçe
Rûsya: Li Idlibê 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn
Rûsyayê ragihand ku li herêma Idlibê ya Sûriyê dema karwanê leşkerî yê Tirkiyê derbas bûye ‎teqînek çêbûye û 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûne.‎

Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê ragihand ku li wilayeta Idlibê di dema dewriyeya ‎leşkerên Tirk de mîneke ku berê hatibû vedan teqiya ye û 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûne.‎

Li gor medyaya Rûsî, Serokê Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê ‎Oleg Juravlyov doh di civîneke ‎çapemeniyê de got: "Roja 24ê Adarê, li herêma Idlibê nêzîkê gundê Sfuhon dema dewriyeya Tirkiyê ‎derbas dibû, mîneke ku terorîstan vedabû teqiya. Di teqînê de zerar gehişte 2 zirxpoşan û 2 leşkerên ‎Tirkiyê jî birîndar bûn."‎

Juravlyov da zanîn ku grûpên radîkal ên ne di bin kontrola Tirkiyê de li ser hewldanên xwe yên têkdana ‎rewşa Idlibê berdewam in û got: " Rêxistina Heyet Tehrîr Şam (bi navê berê El Nusra) 7 êrîş birine ser ‎cihên niştecihbûnê."

Lê heta niha derbarê mijarê de Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ti daxuyanî ‎nedane.

Rudaw
Top