Mazlûm Kobanî hişyarî da: Xetere mezin e
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de bang li xelkê kir û hişyarî da.
General Mazlûm Kobanî amaje bi wê kir ku vîrusa Koronayê li hemû cîhanê belav bûye û tekez kir tevî ku heta niha li navçeyên Rêveberiya Xweser ti haleteke tûşbûna bi Koronayê nehatiye tomarkirin, lê xetera wê vîrusê hîn jî berdewam e.
Fermandarê Giştî yê HSDê amaje bi rêkarên Rêveberiya Xweser jî dike û dibêje, “pêwîst e em hemû xwedî li wan tedbîran derkevin, piştgiriya wê bikin. Ji ber ku derfetên me kêm in, tedbîra herî mezin ji bo me ew e ku em xwe biparêzin.”
Mazlûm Kobanî dibêje jî, “Pizîşkên me, karmendên me yên tendirustiyê, ew fermandarên me ne, em hemû xebatên wan silav dikin, em bang li hemû gelê xwe dikin ku guh bidin wan û em bi hev re fedakariyeke mezin bikin ji bo ku em nehêlin, ev vîrusa xirab li herêma me belav bibe.”
Rudaw
